Ana Sayfa / Gündem / Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê

Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê

16 hezar hilbijêran roja Yekşemê bi dengên xwe delegeyên Petrikxaneya Ermenîyan a Tirkiyeyê hilbijartibûn. Delegeyan îro Sahak Maşalyan wek petrîkê nû hilbijartiye.

Zêdetirî 10 salan e ku kêşeya hilbijartina keşeyan a ermeniyên Tirkiyeyê didome. Welê dixweyî ku ew kêşe dê bi dawî bibe.

Maşalyanî ji 119 dengan 102 deng standine

Siet 17.00ê ji bo petrîkê nû yê Petrîkxaneya Ermenîyan a Stenbolê diaya pêşwazîkirinê (Hraşapar) dê bê kirin. Maşalyanî ji 119 dengan 102 deng standine bûye Petrîkê 85. ê Petrîkxaneya Ermenîyan.

Polîsên sivîl dora patrîkxaneyê girtine.

24ê Îlonê Wezareta Karên Navxweyî fermannnayek weşandibû û qedexe kiribû ku ermenîyên ne li Tirkiyeyê ji bo petrîkxaneyê dengê xwe bidin.

Piştî fermannameya wezîrîyê hin endamên petrîkxaneyê diyar kiribûn ku hilbijartina petrîkxaneyê bi rêyeka demokratîk dê neyê kirin. Li ser vê yekê doz vekiribû.

Deh sal in ku ji ber wekîlî dest ji karê xwe bernedida ermeniyan nedikarîn patrîkekê nû hilbijêre.

Petrik çawa têne hilbijartin?

Dema ku erka patrikiyê vala dibe heta ku hilbijartin çêbibe ji bo ku saziyan birêve bibe kesekî ku jê re “qaymeqam” tê gotin tê hilbijartin.

Heta hilbijartinê li ser navê patrik hemû kar ji hêla vî kesî ve tê kirin. Ji bo ku karê hilbijartinê birêve bibe heyeta bi navê Muteşebbis tê avakirin.

Ev heyeteke bi temamî sivîl e. Sîstema hilbijartinê ji du qonaxan pêk tê. Li gorî qerebalixiya hejmara herêman hejmara delegeyan tê tayînkirin. 1/7ê delegeyan ji nava rûhaniyan tên hilbijartin. 6/7ê ji nava gel tên hilbijartin. Hilbijartina patrik jî ji hêla delegeyan ve pêk tê.

(PT/MB)

Bu haber ilginizi çekebilir

Türk Mühendis ve Mimar Odaları Birliği, Yenişafak’a açtığı tazminat davasını kazandı

Türk Mühendis ve Mimar Odaları Birliği (TMMOB), Yeni Şafak gazetesinde 2017 yılında “Skandalların Odası TMMOB, …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir