Ana Sayfa / Gündem / Mêran di meha Çiriya Paşiyê de 21 jin kuştine

Mêran di meha Çiriya Paşiyê de 21 jin kuştine

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm 21 jin û 5 mêr û zarokên li nik wan kuştine.

28 jinên li  bajarên Stenbolê, Diyarbekirê , Yalova, Edirne, Antalya, Maras, Çanakkale, Bilecik, Aydin, Samsun, Kastamonu, Hatay, Kocaeli, Eskişehirê hatîn kuştin di çapemeniyê de wekî “gumanbar” hatine destnîşan kirin.

Mêran Eskişehirê hewil dane du jinan bikujin. Li Sêwasê du jin hatin e kuştin. Kuştina wan di medyayê de wek “faîlê wê mechûl” hatiye diyarkirin.  Li Dîlokê jinek hatiye mecbûrkirin ku xwe bikuje.

Li Stenbolê, jinekê C.İ kuştiye ku wî bi awayekê sîstematîk êrîşa cinsî lê dikir. Jineka mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî teslîmî polîsan bûye.

Mêran di Çiriya Paşiyê de tûndkarî li 54 jinan kiriye. Wan tecawiz li çar jinan kiriye. Mêran 66 jin mecbûrî karê seksê kirine. Mêran ya kêm îstismara cinsî li 30 zarokan kiriye û taciz li 26 jinan kiriye.

Kuştin 

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm 2019 jin û 5 mêr û zarokên li nik wan kuştine.  Mêran di heman meha sala borî de 22 jin kuştine.

Yek ji jinên ku hatine kuştin 23 caran giliya hiqûqî ya mêrekê kiriye. Mêr hatiye desteserkirin û berdan. Paşê ew kuştiye.  Nêzîkî sê jinên kuştî bi sîstematîk rastî tundûtûjiyê hatine. Yek ji wan jinên ku hatine kuştin ji Sûrîyeyê û yek jî ji Azerbaycanê bû.

Hêceta kuştinê ya mêran ji bo kuştina 15 jinan nehatiye diyarkirin.  Mêran ji ber hesûdîyê çar jin kuştine, du jin jî bi hêcetên ekonomîya xerab kuştine.

Ji sedî 85ê kesên jin kuştine mêr/yar/mêrê berê yê jinan bûye.

Di meha Çiriya Paşiyê ya 2019ê de, mêr, mêrê berê an jî mêrê bi zewaca dînî zewicî 15 jin kuştine. Kek an jî bavê du jinan ew kuştine. Lêzimê jinekê ew kuştiye.

Mêran neh jin bi çekên gulexwer, heft jin jî bi alavên birrek kuştine.  Mêran bi hingavtinê çar jin kuştine, du jin bi jehrîyê, jinek jî bi xeniqandinê kuştiye.

Mêran ji sedî 43yê jinan di nava malê de kuştine.

Mêran 10 jin li malan, sê jin li cihên civakî yên wek kolan û dibistanan kuştine.  Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka jinan heşt jin li kû kuştine.

Kuştina zarokan – Tûndkarîya li zarokan

Mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm pênc zarok kuştine. Bavê wî sê zarokan ew kuştine û xalê zarokekî ew kuştiye.  Bavê ku du zarok kuştibûn reviyaye, bavê ku zarokek kuştibû hatiye desteserkirin.

Li Rîzeyê zarokek miriye û guman heye ew hatibe kuştin.

Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm tecawiz li çar jinan kiye.   Par di heman mehê de ev jimar çar bûye.  Yek ji jinên tecawiz lê hatiye kirin ji hişê xwe ve xwediya pêwîstiyên taybet bûye.

Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka kê tecawiz li du jinan kiriye. Hevkarê jinekê tecawiz li wê kiriye.  Di nûçeyan de nehatiye eşkerekirin ka mêran li kû tecawiz li jinan kiriye.

Taciz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm taciz li  26 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar heşt bûye.  du jinên ku mêran taciz li wan kiriye ji Hollandayê bûne.

Mêran 11 mêrên taciz li wan kirîn nas nedikirin. Midûrê Navenda Rêlbergirtina Tûndûtûjîyê taciz li 11 jinan kiriye.  Xerdîyanan herî kêm jinek taciz kiriye. Mêrê lîstikvanekê ew taciz kiriye.

Herî kêm 17 jin bi awayekê kfizîkî hatine tacizkirin.  Mêran bi nîşandana organê xwe yê cinsî 3 jin taciz kirine. Mêran bi rêya medyaya civakî jî herî kêm 5 jin taciz kirine.

Mêran li Buroya Navendên Şopandin û Astengkirina Tundiyê ya Bûrsayê tacîz li 11 jinan, li kolanan li çar jinan, di wesayitên veguhastina civakî de li çar jinan, li serşokê li jinekê û herî hindik li girtîgehê tacîz li jinekê kiriye. Mêran li ser medyaya civakî yan jî bi rêya telefonê tacîz li pênc jinan kiriye.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Aydın (2), Bolu (1), Bursa (12), Amed (1), Stenbol (2), Kocaeli (2), Mereş (1).

Medyayê cihên ku mêran pênc jin lê tacîz nekiriye nenivîsandiye.

Pêvajoya hiqûqî

Jinan giliyê du failan kiriye. Lêpirsîn ji bo failekî hatiye amadekirin. Tenê failek hatiye girtin. Failek hatiye desteserkirin. Doz li failekî hatiye vekirin. Failek jî ji kar hatiye dûrxistin.

Medyayê pêvajoya hiqûqî ya neh failan nenivîsandiye.

Tacîzên ku berê pêk hatine lê di meha Çiriya Paşiyê de çapemeniyê weşandiye ev in:

*Jina bi navê E.B.yê gotiye M. A. miawinê basa ku ji Stenbolê diçû Stenbolê dermanê xewê xistiey nava vexwarina wê û dema ew di xew re çûye tacîz li wê kiriye. E. B. yê giliyê M. A. yî kiriye. Bûyer 4ê Çiriya Pêşiyê pêk hatiye, medyayê di 12ê Çiriya Paşiyê de weke nûçe weşandiye.

Istîsmara Zarokan

Di Çiriya Paşiyê de, mêran ya kêm taciz li 30 zarokan kirine, hin ji zarokên taciz lê hatîn kirin kur bûne. Sala borî, ev hejmar di heman mehê de 35 bû. 

53 failên taciza li zarokan hene. Zarokan 36 tewanbar nas nedikirin. Dersdarên wan tacîz li herî kêm pênc zarokan, midûrê dibistanê li zarokekê, xebatkarekî şaredariyê li zarokekê, birayê wê li zarokekê tacîz kiriye.

Yek ji zarokan ji Sûriyeyê bûye. Dewletê zarokek xistiye bin parastinê. Mêran kirine ku zarokek bi darê zorê bizewice.

Mêran li cihên weke dibistan û parkan tacîz li pênc zarokan û li malan tacîz herî kêm li sê zarokan kirine. Medyayê cihên istismara cinsî ya li 22 zarokan hatiye kirin nenivîsandiye.

Bajarên ku mêran istismara zayendî li zarokan kiriye

Enqere (1), Antalya (3), Denizli (1), Amed (1), Stenbol (6), Karaman (3), Kayseri (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Mugla (1), Ordu (5), Samsun (1), Tokat (3), Wan (1), Zonguldak (1)

Pêvajoya hiqûqî

34 fail hatine girtin. Du fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Çapemeniyê rewşa failekî bi gotinên “pêvajoya edlî hatiye destpêkirin” ragihandiye.

Medyayê pêvajoya hiqûqî ya 16 failan nenivîsandiye.

Bûyerên istismarê yên mehên borî bûne, lê çapemeniyê vê mehê ragihandiye ev in

*Li Mereşê kesê bi navê A. D. (65) kurê 15 salî yê bi navê B. U. istismar kiriye. Zarok û malbata wî di 7ê Çiriya Pêşiyê de gilî kirine. A. D. hatiye desteserkirin.

A. D. bi tohmeta ku “istismara zayendî ya biwesif” li zarokî kiriye” hatiye girtin, lê 14ê Çiriya Pêşiyê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Çapemeniyê di 23yê Çiriya Paşiyê de bûyer weşandiye.

Tûndkarî / birîndarkirin

Di meha Çiriya Paşiyê de, mêran herî kêm tûndkarî li 54 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 23 bû. Xetereya jiyana sê jinan berdewam dike.

Jinek hemwelatiya Fasê bûye. Tundkarî li ser sê jinan bi awayekî sîstematîk berdewam dikir. Digel biryara parastin û tedbîra li ser wan, tundkariya li ser du jinan berdewam kiriye. Mêrek ji girtîgehê derketiye û tundkarî li jinekê kiriye. Mêran li Kutahya, Sêwaz û Edîrneyê tundkarî li sê jinan kiriye.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye

Adana (1), Ağrı (1), Antalya (1), Antep (1), Bilecik (1), Bursa (2), Denizli (1), Diyarbakır (1),Edirne (11), İstanbul (12), İzmir (3), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (3), Kütahya (1), Malatya (1), Manisa (2), Maraş (1), Niğde (1), Samsun (1), Sinop (2), Trabzon (1), Urfa (1). Çapemeniyê nenivîsandiye ku tundkarî li kîjan bajaran li sê jinan hatiye kirin.

35 jin ji aliyê mêrê xwe / mêrê berê/, hezkirî / yarê berê û destgirtiyê xwe rastî tundûtûjiyê hatine. Kur/neviyê pênc jinan, hevalkarên du jinan ên ji partiya siyasî, ajokarî texsiyekê li jinekê, xizmên pênc jinan tundkarî kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye ku mêrên tundkarî li şeş jinan kiriye û jin hev nas dikin an na.

Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 47 jinan kiriye nenivîsandiye.

Bi sedema hesûdîyê tûndkarî li sê jinan hatiye kirin. Mêran bi behaneya ekonomîk tundkarî li sê jinan kiriye. Jinek jî ji ber “welayetê” rastî tundkariya mêran hatiye.

Mêran derb li 44 jinan xistiye û ew birîndar kiriye. 11 jin bi çekên guleber, 10 jin jî bi kêran birîndar kirine. Mêran tundkariya psîkolojîk li jinekê kiriye.

Pêvajoya hiqûqî

Bi tevahî 54 tawanbarên tûndkarîya li jinan hebûne. 13 tawanbar hatine desteserkirin. Pênc tawanbar hatine girtin.

Li ser pêvajoya hiqûqî ya 14 failan di nûçeyan de agahî nehatine dayin. Giliyê çar failan hatiye kirin.

Biryara zeftkirina failekî hatiye dayîn, ji bo yekî biryara tedbîrê hatiye standin, ji bo yekî jî biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Li ser pêvajoya hiqûqî ya 16 failan di nûçeyan de agahî nehatine dayîn.

Bûyerên tundkariya mêran ên di demên borî de bûne lê çapemeniyê di meha Çiriya Paşiyê de ragihandine ev in:

*M. K. hemwelatiya Turkmenistanê ya 39 salî gotiye ku ew di 28ê Îlonê de ji bo îfadedayînê çûye Midûriyeta Navendî ya Polîsan ya Şehit Adil Gozalici, li Çamçeşmeya Pendîkê. Li vir polîsan heqaret lê kiriye û ew derb kirine. M. K. yê rapora tenduristiyê derxistiye û giliyê polîsan kiriye.

Karkerîya seksê yê mecbûrî

Mêran di meha Çiriya Paşiyê de ya kêm li 66 jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar yek bûye. Di meha Çiriya Paşiyê de 25 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin ne welatîyên Tirkiyeyê bûne. Li ser daxwaza Rêxistina AKPyê ya Manîsayê nûçeyek hatiye astengkirin.

Pêvajoya hiqûqî

26 fail hatine girtin, 54 jê hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya 21 failan gotiye “doz hatiye vekirin”. Cezayê pereyan dane sê failan. Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya sê failan nekiriye. (EMK/MB/FD)

Bu haber ilginizi çekebilir

Türk Mühendis ve Mimar Odaları Birliği, Yenişafak’a açtığı tazminat davasını kazandı

Türk Mühendis ve Mimar Odaları Birliği (TMMOB), Yeni Şafak gazetesinde 2017 yılında “Skandalların Odası TMMOB, …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir