Ana Sayfa / ana-slider / Elî Herîrî – Mehmet Akar

Elî Herîrî – Mehmet Akar

Em di vê rêz nîvîsên xwe de dixwazim helbestvan û wêjevanên Kurd ê navdar bi nasin in.

Me di pêşî de Helbestvanê hêja, ê bi nav û deng Elî Herîrî bijart. Gorî hinek wêjevanan Elî Herîrî helbestvanê Kurdan ê herî pêşîn e. Lê lêkolîner birêz Feqî Husên dibêje Elî Herî ne helbestvanê Kurd ê herî pêşîn e. Feqî dibêje Elî Herîrî di zarava Kurmancî de helbestvanê Kurd ê herî pêşiyê. Lê bi rastî helbestvanê Kurd ê herî pêşî Baba Tahîrê hemedanî ye. Eslê Baba Tahîrê hemedanî Lorî ye. Lorî ji çar zaravayê Kurdî yek e. Em kanin bêjin van herdû helbestvan jî pêşengiya helbest û wêjeya Kurd temsil dikin.

Gorî gotinên lêkolîn û lêgerînên hêja, em kanin bêjin Elî Herîrî helbestvanê zaravaya Kurmancî ê herî pêşîn e. Elî Herîrî helbestvanekî xwedan dîwan e. Helbestên wî di nava gelê Kurd de dihatin zanîn û dihat xwendin. Gelek merivên Kurd helbestên wî camêrî jiber zanibûn û di şevê dirêj de dixwendin. Elî Herîrî bê helbestvaniya xwe di nav gelê Kurd de wek merivekî zane tê naskirin. Zanebûna wî qasî hozaniya wî pêş ketibû. Elî Herîrî merivekî xwenda bû. Jibo wî merivên Kurd digotin; “bixwîne bixwîne, bibe Elî Herîrî” Yanî gel wî wek pîvana xwendinê nişan dida. Elî Herîrî çavkaniya agahdarî û zanîn ê bû.

Rastiyek nivîskar û helbestvanên Kurdan heye. Nivîskarên Kurd bi giranî helbestvan in. Nivîskarên ku bi şêwaza pexşan nivîs nivîsandî pirr kêm in. Nivîskarên li berî sed sala nozdemîn bi giranî helbest nivîsandine. Lê em kanin bêjin ji sed sala nozdemîn şunda nivîsên pexşan jî hatin nivîsandin. Belkî em kanin bêjin fonetîka zimanê Kurdî ji helbest nivîsandinê hîn rewaye.

Zaneyê Kurd Ehmedê Xanî, Elî Herîrî di nav sê hozanên Kurd de ê herî mezin dinasîne. Elî Herîrî li bajarokê Herîrê bû. Ev bajar li Başûrê Kurdistanê li ser bajarê Hewlêrê ye. Hinek meriv Elî Herîrî li ser hawêrên bajarê Hekariyê gundê bi navî Herîrî dinasîn in. Bavê Elî Herîrî him şêx bû, him jî mamosteyê medresê bû. Elî Herîrî xwendina pêşîn di medreseya bavî xwe qedandibû. Elî Herîrî helbestê xwe bi navî Elî, Eliyo û şêx Elî kar aniye. Elî Herîrî Kurmanc bû, lê hinek meriv wî dibêjin Soran e. Feqî Husên vê îdîayê napejirîn e. Em jî bi gotina Feqî bawerin.

Mixabin di dest me de dîroka jîn û mirina hozan û wêjevanên Kurd ê bi nav deng gelek kêm in. Lê tê zanîn ku Elî Herîrî li berî Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dijiye û çûye ser dilovaniya xwe.Em kanin bêjin Elî Herîrî di dawiya sed sala panze û serê sed sala şazdemîn de jiyaye.

Me li jor gotibû; dîwanek Elî Herîrî heye. Em di vê nivîsê de helbestek Elî Herîrî bi kurtasî wek nûmûme pêşkeşî xwendekaran bikin.

Dilê mehzon kefaret bit

Ke îm şeb taze mêhman têt

Bê mizgînî beşaret bit

Ke mêmanê canê canan têt

Ke mêhman canê canan e

Le ser çehvê me mêhman e

Be mala cumleê xan e

Ke şahî cumleê xan têt……

Bu haber ilginizi çekebilir

CHP, yeni vergilerin iptali için AYM’ye başvurdu

Cumhuriyet Halk Partsi (CHP), Aralık ayında TBMM’de kabul edilerek yürürlüğe giren ve yeni vergiler getiren …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir